Li Îngilistanê doh civîna Kongreya Sendîkayan pêk hat. Çalakiya piştevaniya bi Rêber Ocalan re mohra xwe li civînê xist.
Kongre li bajarê Brîghton ê Îngilistanê pêk hat.
Nûnerên sendîkayan dema kongreyê posterên bi nivîsa “Azadî ji Ocalan re” bi hev re hildan û piştevaniya xwe bi gelê Kurd re nîşan dan.
Saziyê heman peyam li twîtterê jî parve kir.
Kongreya Sendîkayên Karkeran TUC sala 1868’an li Îngilistanê hat damezarandin û 50 sendîka û 5.6 milyon karker û kedkarên wê hene.
@TUCGlobal
Congress #TUC2019 calls for @ocalanfree