NETEWEYÊN YEKBÛYÎ : 55 HEZAR DAIŞ’Î Û MALBATÊN WAN LI SÛRIYE Û IRAQÊ NE

Nûnera bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Michelle Bachelet, diyar kir 55 hezar çeteyên DAIŞ’ê tevî malbatên wan li Sûriye û Iraqê ne.

Di axaftina vekirinê ya civîna Meclîsa Mafên Mirovan li Cinêvê de, Bachelet got:

Di nava wan de çeteyên biyanî jî hene.

Rayedara navnetewî teqez kir ku divê hemû dewlet berpirsyariya welatiyên xwe yên tevlî DAIŞ’ê bûbûn, rakin.

Michelle Bachelet destnîşan kir ku divê zarokên DAIŞiyan vegerin welatên xwe.

Tê zanîn ku di nava dewletên Ewropî de der barê vegerandina çeteyên DAIŞê yên Ewropî de gelek nîqaş tên kirin.

Leave a Reply

Back to top button