TEVÎ AGIRBESTÊ 160 MOŞEK LI HERÊMÊN “BÊÇEK” DIKEVIN

Li herêma qaşo “bêçek” jî tevî agirbestê, bi sedan top li wan deveran dikevin.
Balafirên ne nas deverên Îranî û hêzên girêdayî wê, li Bokemala Dêra Zorê, bomberan kirin.

 

Li deverên  şerê li Sûrî û bi taybetî li herêma qaşo “Bêçek” çavdêriya Sûrî eşkere kir ku, tevî agirbesê jî, lê belê 150 top li wê deverê ketine.

Li gorî wê ev topbaran li herêmên gundewarên bakurê Lazqiyê, gundewarên Başûr ê Rojavayê Hemayê, gundewarên Helebê ye.

Piştî ragihandina agirbestê di 31’ê Tebaxê de, çavdêriyê ragihand ku, li bajarê Kefer Nebil ê gundewarên Idlibê sivîlekî din ji ber moşekan jiyana xwe ji dest da.

Ev jî dibe sivîlê duyemîn, di dema agirbestê de, jiyana xwe ji dest dide.

 

BALAFIRÊN NENAS DEVERÊN ÎRANÊ LI BOKEMALÊ BOMEBRAN DIKIN

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku, balafirên ne nas, maşîne û deverên bicihbûna hêzên Îranî û komên girêyî wê, li herêma Hîzam El-Xeder a Bomkemal û herêmên nêzî sînorê Sûrî û Iraqê bomberan kirin.

Lê têkildarî encamên wê, çavdêriyê ti agahî parve nekir.

Leave a Reply

Back to top button