Şêniyên herêma Cizîrê ji ber derengmeyîna belavkirina mazotê gazinan dikin.
Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê sedemên derengmayînê spart belavkirina mazotê li beşa çandinî û avahiyên pîşesaziyê.
Bi qutkirina ava Firatê re pirsgirêkek di xebatên stasyonên dayîna kehrebê de derket.
Ji ber wê jî êdî beşa çandiniyê û avahiyên pîşesaziyê ji bo dewamkirina kar, dest bi xebitandina jenetoran kirin.
Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê Sadiq El-Xelef derbarê mijarê de axivî û got:
Demên dawiyê de li herêma Cizîrê belavkirina mazotê li ser şêniyan hat rawestandin.
Ji ber ku pêdiviya avahiyên pîşesaziyê û yên çandiniyê bi mazotê hebû me li wan belav kir.
El-Xelef diyar kir ”Dê belavkirina mazotê dewam bike, her malbatek wê 440 lître mazot werbigire.
Malbatekê ku para duyemîn wernegirtibe jî, piştî bidawîkirina beşa yekemîn wê werbigire”.