Kosova deriyê sînorê merdare girt

Di demekî ku Sirbisran leşkerên xwe xistine alarmê de, Kosovayê Deriyê Sînorê Merdare girt.

Li sînor tevgerek zêde heye.

Li aliyekê leşker ketine alarmê li aliyê din jî rêveberiyên welatan li pey peyamên rewşê metirsîdar dikin didin.

Ev der sînorê navbera Kosova û Sirbistanê ye.

Di nava mehên dawiyê de, aloziya salan ya navbera herdu welatan careke din gur bûye.

Beriya sal bi dawî bibe, nîşaneyên şerekî navbera aliyan xuya dike.

Kosovayê ragihand ku ji ber astengkirina xwepêşanderên Sirbî, Deriyê Sînor ê Merdare hatiye girtin.

Ev deriyê herî mezin ê bi Sirbistanê re ye.

Çalakgeran diyar kirin ku ji bo piştgiriyê bidin Sirbên li Kosovayê, deriyê sînor ê Sirbîstanê girtine.

Lêbelê, biryara rêveberiya Kosovayê piştî çend demjimêran ji daxuyaniyên metirsîdar yên Sirbistanê hat.

Duh (27ê Kanûnê) Serokê Sirbistanê Aleksander Vucic ferman da artêş û polîs ku ‘amade bin’.

Li gor medyaya Sirbistane hat ragihandin komeke ji 20 kesan ji Gunde Kurşumlija ya giredayi Merdare bi kamyon û traktoran barikat daniye.

Piştî vê yekê hatin û çûn rawestiya.

Nêzîkî 50 hezar Sirbên ku li bakurê Kosovayê dijîn, qebûl nakin ku hikûmeta Prîstina an jî statuya serbixwe ya Kosovayê wekî welatek cuda ji Sirbistanê nas bikin.

Di rûpela Facebookê ya Wezareta Karên Derve ya Kosovayê da hat destnîşankirin ku Merdare girtî ye û ji welatiyan ra hişyarî hat dayîn.

Biryar niva şevê ket meryetê.

Lê ji ber ku sînor ji hêla çalakvanên li aliyê Sirbî ve hatî girtin jixwe nedihat bikar anîn.

Xala ketina Merdare ji bo veguheztina weke rê ji Kosovayê re xala herî girîng e.

Xeta rêyên hezinî yên navneteweyî yên welêt jî di vê xalê re derbas dibin.

Di vê navberê de, hikûmeta Kosovayê ji bo nirxandina rewşa aloz a bi Sirbîstanê civînek li dar xist.

Herçiqasî Kosova 2008’an serxwebûna xwe ragihandibe jî lê Sirbistan hertim wê weke parçeyeke xaka welat dibîne.

Back to top button