“Xebat û keda şehîd Sakîne ji bo jinan bû rêbaza têkoşînê”

Rojnamevanên jin ên Başurê Kurdistanê û welatparîz Salîm Omer di derbarê têkoşîna şehîd Sakîne Cansiz û Komkujiya Parîsê de diyar kirin ku Rola şehîd Sakîne di têkoşîna jinê de dîrokî bû û wiha gotin: “Bi şehîdbûna Sakîne û rêhevalên wê rêya wan bi dawî nebû, jinan bi awayek xurtir ji bo mafên xwe têkoşînê geştir kir.
Heta dawiyê em ê şopdarên şoreşgerên mîna hevala Sakîne bin.”

Li çar beşên kurdistanê şopa têkoşîna şehîd Sakîne cansiz û rola wê di di rizgariya netewî û azadiya jinê de xuya dibe.

Di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê 3 jinên Kurdên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi destê MÎT’a Tirk hatin şehîdxistin.

Rojnamevanên jin ê bajarê Silêmaniyê derbarê têkoşîna şehîd Sakîne Cansiz û hevrêyên wê axivîn.

Rojnamevana ajansa JINHA’yê Tewar Adil wiha behsa rol û misyona şehîd Sakîne Cansiz di têkoşîna jinê de kir.

Rojnamevan Tewar Adil destnîşan kir ku bi şehîdxistina Sakîne û hevreyên wê, jinên Kurd têkoşîna xwe mezintir kirin.

“Şehîd Sakîne Cansiz bi têkoşîna xwe zihniyeta desthilaydariyê tune kir”

Her wiha Rojnamevana qenala Jin TV Evîn Nesrîn jî diyar kir ku şehîd Sakîne bi têkoşîna xwe zihniyeta desthilaydariyê li derdora xwe tune kir û ji ber vê dewleta faşîst wê armanc girtin.

Welatparêz Salîm Omer: Berxwedana Sakîne Cansiz derbasî dîrok û destana bû

Welatparêz Salîm Omer jî yê ku navê heval Sakîne ji sala 1983’an di kovarekê de bihîstibû û di salal 1992’an çû gel Rêber Apo û wê li wir dît, wiha behsa hevdîtinê kir.

Salîm Omer anî ziman ku heta dawiyê ew ê şopdarê şoreşgerên mîna heval Sakîne bin.

Li Heleb û Şehba şehîdên komkujiya Parîsê hatin bibîranîn

Back to top button