Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên başûrê rojavayê Til Temirê yên li ser rêya M4 topbaran dikin.
Doh êvarê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Um Xêr, Gozeliyê û Til El-Leben ên li başûrê rojavayê Til Temirê û li ser rêya M4 bi hawinan topbaran kirin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê doh careke din bi çekên giran gundên Şealê û Samuqa yên girêdayî herêma Şehbayê gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarxa, û Dêr Cimêlê û gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa topbaran kirin.
Li Babê jî li dijî baregeheke leşkerên Tirk êrişek pêk hat û di encamê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.