Heysemê Solçêker: Divê gelê me xwedî li çand û kevneşopiyên xwe derkevin

Ehmed Mihemed yê ku solçêkeriyê ji bavê xwe hînbûye û 35 sal in vê hunerê berdewam dike, diyar kir ku divê li dijî pergala heyî ked û hunera destan bê parastin.

Ehmed Mihemed ê 48 salî li Kobanê bi navê Heysemê solçêker tê naskirin.

Mihemedê ku ji gundê Minazê ya rojavayê Kobanê ye,

her sibe li ber siya darê ya li mizgefta mezin a taxa Gomrigê rûdine, li benda kiryarê xwe dimîne.

Ew her sibe tevî alavên mîna çakûç, mîx, kelpetan, ta, daban û kemce tê ber mizgeftê û dest bi xebatê dike.

Ehmed Mihemed da xuyakirin ku tevî şert û mercên berê yên dijwar, ew vê hunerê ji bavê xwe hînbûye û got:

“Ez hêj zarok bûm, li ber destê bavê xwe hînê vî karî bûm. Ji bo min ev kar weke hunerek e.

Di salên borî de ev kar eleqeyek mezin didît, lê di salên dawî de bi derketina makîneyên dirûtinê û kargehan ev kar lewaz bûye.”

Mihemed diyar kir ku, divê gelê me xwedî li çanda xwe û kevneşopiyên xwe derkevin û ji bo parastinê zarokên xwe bidin hînkirin.

Back to top button