Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan hatibû destpêkirin di roja çaran de didome.
Komek nû çalakiyê dewir girt û li ser navê komê Hiseyîn Guzereşî axivî û got: “Rûxmê ku saziyek bi navê CPT heye ku mafê mirovan diparêze, mixabin dema mijar dibe Rêbertî û Kurd ev sazî jî dikeve di bin xizmeta heman desthilatdaran de.
Em di serî de hemû komplogeran şermezar dikin û şandeya CPT jî vedixwînin erka wan.
Em weke gelê wargehê, gelê Kurd û tevahî gelên Rojhilata Navîn heta ku Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe emê çalakiyên xwe bi domînin.”
Piştî axaftinan, sermînerek li ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Ocalan hat dayîn.
Her wiha piştî sermînerê zarokên dibistana dayîkê serdana cihê çalakiyê kirin.
Piştre şanoyek bi navê ‘Jînim Jiyanim’ hat pêşkêş kirin.



