Oldar: Çeka li hember qirkirin û êrîşan hevgirtin û netewa demokratîk e

Kesayetên oldar diyar kirin ku hewldan û yekitiya bawerî û olan rêbaza avakirina civakeke demokratîk e û rêbaza parastina ji îslama radîkal e.

ANHA’yê têkildarî rola olan di avakirina civakeke demokratîk de hevdîtin bi kesayetên oldar ên beşdarî kongreyê bûne kir.

Yek ji şêxên Terîqeta El Qadiriyê Mihemed El Qadirî Ebî Enwer li ser mijarê axivî û wiha got:

“Jiyana pêxember li ser pransîba şêwirê û demokrasiyê bû. Nêrîna xwe li ser kesekî ferz nedikir.

Ew pêxemberekî edaleta civakî, azadî û demokrasiyê bû.

Ji lew re em hewl didin civakeke demokratîk ava bikin.”

Berdevka Yekitiya Jinên Êzidî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sûad Hiso destnîşan kir ku tiştê li ser tevahî ol û baweriyan ew e ku bi hev re bixebitin û projeya neteweya demokratîk pêk bînin.

Endamê Nivîsgeha Weqfa Al El Beyt li Hesekê şêx Mihemed Nasir El Cinêd behsa rola mezin a olan di îstîqrar civakê de kir û got:

“Divê em hevgirtî bin û hewldanên ji bo belavkirina ruhê hevkariyê di nava tevahî mirovan de bikin.”

2.Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan bi encamnameyekê dawî bû

Back to top button