Istîxbarata dewleta Tirk 2 ciwan li Stenbolê revandin

Istîxbarata dewleta Tirk du ciwanên Efrînî li Istenbûlê revandin.

Efrîn NEWS 24 diyar kir ku Istîxbarata dewleta Tirk li Istanbûlê ciwanê bi navê Mistefa Şamiyo yê 26 salî revand.

Mistefa ji gundê Gurzêla yê Şêrawayê û ji dema dagirkirina Efrînê ve neçarî koçberiyê bû.

1’ê vê mehê jî Istîxbarata Tirkiyê ciwanê Êzidî Xerîb Seydo yê ji gundê Bafilyon ê Şerayê li Stanbûlê revand.

Heya vê kêliyê sedema revandina her du ciwanan nayê zanîn û dibe ku wan dersînorî herêmên dagirkirî bikin.

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam zarokekî 12 îşkence kir

Her weha Çeteyên ‘Heyet Tehrîr El Şam’ bi tohmeta ku cixare ji Efrînê bi qaçaxî derbasî Idlibê kirine, bi qemçiyan îşkence li zarokekî 12 salî kir.

MÎT’a Tirk û çeteyên wê li Efrînê 4 welatî revandin

Back to top button