MÎT’a Tirk û çeteyên wê li Efrînê 4 welatî revandin

MÎT’a Tirk û çeteyên wê 4 welatî ji navçeya Raco û Cindirêsê yên Efrînê revandin.

MÎT’a Tirk 2 welatiyên bi navê Hemîd Hemîd Gênco û Seîd Ebdo Usman ji gundê Bedîna yê Racoyê revandin.

MÎT’ê her du kesên navborî piştî ew revandin, ew birin cihekî ne diyar.

31’ê Tîrmehê jî çeteyên dewleta Tirk welatiyê bi navê Kemal Mihyedîn (22) ji gundê Colaqa yê Cindirêsê revand.

Di heman rojê de çeteyan welatiyê bi navê Omer Elî (25) ji gundê Marata yê navçeya navborî revand.

Hat ragihandin ku çeteyan li hember berdana her kesekî daxwaza 700 dolarî ji malbatên wan kirine.

Efrîn-Çeteyan 75 darên zeytûnê birîn

Back to top button