Li Girê Spî, li dijî kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê xwepêşandanek hate lidarxistin.
Li dijî kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê xelkê Girê Spî xwepêşandanek li dar xist.
Li gorî ANHA’ê ku dispêre çavkaniyekê ji Girê Spî ragihand ku xwepêşandêran banga betalkirina “Meclisa Xwecih” û bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmê kir.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh jî li bajarokê Silokê greva giştî hebû.