HPG: Li qadên berxwedanê 4 leşkerên Tirk hatin cezakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de yên 24 seatên dawî de, 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.
Dagirkeran jî 3 caran bi bombeyên qedexekirî, 2 caran jî bi çekên kîmyewî êrîşî qadên gerîla kirin..

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encama çalakiyên gerîla û êrişên dewleta Tirk a 24 seatên dawî li qadên parastinê yên Medyayê eşkere kir..

Li gorî HPG’ê;

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

5’ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi çekên ferdî li dagirkerên li dora çeperên şer ên li Şehîd Botan hate xistin.

Di encamê de dagirker paşve vekşiyan.

Dîsa li heman qadê, tîmên bi tevger ên gerîla bi çekên giran çend caran li dagirkeran xistin.

Li vir, 3 dagirker hatin kuştin.

5’ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Sîda, tîmên gerîla yên bi tevger bi çalakiyeke sûîqastê li dagirkeran xistin, û di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Dîsa li heman Qadê, tîmên gerîla yên bi tevger bi çekên giran li dagikerên Tirk xistin.”

HPG’ê ragihand ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

“6’ê Mijdarê helîkopterên bi tîpa Skorsky ku hewl dan hêzên xwe li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî deynin, bûn hedefa tîmên gerîla ên bi tevger.

Bi derbên gerîla re, helîkopter bêyî ku karibin hêzên xwe li qadê deynin neçar man ji herêmê durbikevin.”

HPG: Dewleta Tirk 5 caran bi çekên kîmyewî û qedexekirî êriş kir

Derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker jî HPG’ê ev agahî dan:

“5’ê Mijdarê;

Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran û Qada Berxwedanê ya Sîdayê 3 caran bi bombe û çekên qedexekirî û kîmyewî,

Herêma Garê, Xakurkê, qadên berxwedanê yên Saca, Girê Bihar û FM 27 caran bi balafirên şer,

qadên berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê FM 12 caran bi helîkopterên êrîşê,

û qadên berxwedanê yên Çemço, Sîda, Girê Amediyê, Girê Cûdî û Girê FM bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bomebarankirin.”

Back to top button