Konsolxaneya Almanya ya li Hewlêrê bi daxuyaniyekê li ser twitterê eşkere kir ku ew li gel Amerîka û YE çavdêriya dosya girtiyên Behdînan dikin.
Konsolxaneyê di daxuyaniya xwe de balkişand ser binpêkirinên li hemberî girtiyên Behdînanê û got:
Dema desteserkirina girtiyan ji berî dadgehkirinê ye.
Astengiya li pêşiya parêzaran û rênedayîna serdana malbatan jî dewam e”.
Konsolxaneyê ragihand ku ew li gel Amerîka û YE çavdêriya dosya wan dikin û anî ziman ku hîn tirs ji serwerbûna dadperweriyê heye.