Li Silopya li dijî çekên kîmyawî Meşa Mirovahiyê

Li Silopiyayê bi hezaran kes li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî bi dirûşmeya ‘Meşa Mirovahiyê’ çalakiyekê li dardixin.
Çalakî ku bi pêşengiya gelek partî, sazî û rêxîstinên Kurdistanî û demokratîk ve tê li darxistin.
Tevî hemû astengiyên polîs û leşkerên tirk jî gel bi biryardariyek û seknekî xurt meşa xwe pêkanî. Ji ber guleya plastîk a li singê wê ketî, Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr ku bi ser hişê xwe ve çû.

Li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker yên li ser gerîlayên Kurdistanê, li navçeya Silopiya ya Şirnexê ‘Meşa Mirovahiyê’ tê li darxistin.

Çalakî bi pêşengiya gelek partî, sazî û rêxîstinên Kurdistanî û demokratîk ve pêk tê.

Armanca ew e ku meş ji navenda Silopya destpê bike heta pêş deriyê Sinor ê Xabûr dewam bike.

Girseya ku Hevserokên Giştî yên DBP’ê Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir jî di nav de, ber bi avahiya HDP’a Tilqe-bînê ve dest bi meşê kirin.

Lê polîs destûr nadin ku girseya bigihije ber avahiya Rêxistina HDP’a Silopiya rê li ber wan girtin.

Leşker, bi gazên îsotê û ava şid êrişî girseya ku dixwest li pêşiya avahiya HDP’a Tilqebînê kom bibe kir.

Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û gelek kes ji gazê bibandor bûn.

Gelek kesên ku xwestin tev li “Meşa Mirovahiyê” bibin, berê xwe didin Tilqebînê.

Tevî êrişê jî girse belav nebû û bi dirûşma “Bijî berxwedana Zapê” li nava zeviyan ber bi Rêya Armûşê ve dest bi meşê kirin.

Girse heta amadekirina nûçeyê jî li ser Rêya Armûşê dixwest ber bi deriyê Xabûrê ve biçe.

Guleya plastîk li Singê parlamentera Şirnexê ket

Di vê navberê de fîşekên plastîk û bombeyên gazê yên ku leşkeran diavêtin girseyê, li Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr ketin.

Ji ber guleya plastîk a li singê wê ketî, Îmîr bi ser hişê xwe ve çû.

Girseyê piştî ku demekî dirêj rê li ber trafîkê girt, îcar li kolanan berbelav bû û meşa xwe dewam kirin.

Back to top button