Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja 51. de didome

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwepêşandan, grev û nerazîbûnên li dijî rejîma Îranê didome.
Ev 51 rojin gel bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” di nav çalakiyan de ye.
Hêzên rejîmê ji bo tepisandina çalakiyan bi tundî êrişî welatiyan dikin.
Heta niha di êrişên rejîmê de, ji wan 41 zarok, 304 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya bi pêşengiya jinan di roja 51’an de dewam dikin.

Li hember vê serhildanê, rejîma Îranê hewil dide bi girtin û kuştinê, serhildanê bitepisîne.

Di êrişên rejîma Îranê de zêdetirî 304 kesan jiyana xwe ji dest dane

Rêxistina Mafê Mirov a Îranê derbarê kesên heta niha jiyana xwe ji dest dane de ragihand ku ji wan 41 zarok, 24 jin, 304 kes in..

Rêxistinê diyar kir ku di xwepêşandanên roja Îniyê yên li bajarê Xaşê yên Belûcistanê de, herî kêm 16 kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin.

Bi yekê jî hêrsa xelkê zêdetir kiriye û çalakî berbelavbûne..

Îro careke din li gelek bajaran dikandaran deriyê dikanên xwe venekirin û karmend neçûn kar.

Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê jî gel daket qadan û rejîma Îranê şermezar kir.

Li aliyê din, jinan ala rejîma Îranê dan ber agir û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” berzkirin.

Xwandekarên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê careke din li dijî rejîma Îranê daketin qadan û gotin ew sîstema kujer naxwazin.

Li gelek zanîngehan jî xwendekaran bi grev û çalakiyan daxwaza azadiya xwendekarên girtî kirin.

Herwiha ciwanan bi sê daxuyaniyên cuda bang li welatiyan kirin ku îro xwepêşandan û çalakiyên berfireh li dar bixin û kolanan ji rejîmê re vala nekin.

Li aliyê din 300 hunermend, aktîvîstên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi daxuyaniyeke hevpar nerazîbûn nîşanî zextên rejîma Îranê dan û piştevaniya çalakiyan kirin.

Back to top button