Şandeyeke Wezareta Karên Derve ya Spanyayê, serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û 2 jin û 13 zarokên çeteyên DAIŞ’ê ji daireya têkiliyên derve ya bakur û rojhilatê sûriyê wergirtin.
Şêwirmendê Wezareta Karên Derve ya Spanyayê Guillermo Anguera duh ji aliyê hevserok û endamên Daîreya Têkiliyên Derve ve hate pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de rewşa Sûriyê, pêwîstiya çareserkirina aloziya Sûriyê, rewşa mirovî, aborî û ewlehiyê ya herêmê nirxandin.
Her wiha destnîşan kir ku yekitiya Sûriyê bi derxistina dagirkeran ji Sûriyê û bidawîkirina kiryarên dewleta Tirk li hember nasnameya sûrî û sûriyan dest pê dike.
Îşaret bi dewamkirina girtina deriyê Til Koçer (Yarûbiye) jî hat kirin û hat gotin ku ev yek bandoreke neyînî li ser rewaş mirovî ya herêmê dike.
Guillermo Anguera spasiya rêveberiyê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kir, ji ber ku ewlehiya herêmê diparêzin û şerê DAIŞ`ê dikin.
Her wiha destnîşan kir ku Spanya di hemû aliyên mirovî, ewlehî û aborî de, piştgirî dide Rêveberiya Xweser.
Di dawiya hevdîtinê de 2 jin û 13 zarokên çeteyên DAIŞ’ê, radestî Spanyayê hatine kirin.