Ji ber lehiyê, li Dêrikê gelek rê hatin girtin

Ji duh ve li bajar û navçeyên herêma Cizîrê baranek zêde dibare û di encamê de rêjeya ava çemê Dicle bilind bû. Ji ber barana zêde her du pirên çûn û hatin yên Dergeha Sêmalka bi temamî ji xizmetê derketin.

Rêveberê têkiliyên Dergeha Sêmalka Baz Ehmed diyar kir ku ji ber barana dijwar karker nikarin piran çêkin.

Hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Feremez Hemo jî têkidarî rewşa heyî ji televsiona me re axivî.

Feremez Hemo da zanîn ku rêya 10 gundên beravê yên xeta Zihriyê jî zirar dîtine û hatine girtin.

Li hin gundan jî hinek koxik ketine xwarê.

Hemo îşaret bi bendavê li Dêrikê jî kir û dest nîşan kir ku heta niha ti zerar çênebûye û weke tedbîr boriyên wan yên avê vekirine.

Feremez Hemo diyar kir ku wan komîteyên awaret avakirine da ku di rewşa lezgîn de destwerdan bikin.

Back to top button