Îsraîl li djî Başûrê Tertûsê êriş pêk anî 2 welatî birîndar bûn

Artêşa Îsraîlê îro bi moşekan êrişî gelek cihên li derdora bajarokê Hemîdiyê yê başûrê Tartûsê yê Sûriyê kir.
Di encamê de 2 welatî birîndar bûn.

Li gorî ajansa Sana vê sibê derdora saet 06: 30`an artêşa Îsraîlê bi moşekan gelek cihên mirşîkan ên li derdora bajarokê Hemîdiyê yê başûrê Tartûsê kiriye armanc.

Di encama êrişê de du welatî birîndar bûne.

Yek ji wan jin e û ziyanên madî çêbûn.

Hêjayî gotinê ye ku artêşa Îsraîlê di salên derbasbûyî de bi sedan car êrişî baregehên hêzên hikumeta Şamê û komên girêdayî Îranê kiriye.

Back to top button