Berdevkê Desteya Jîngehê ya Başûrê Kurdistanê Rezaq Xeylanî derbarê birîna daristanan û talankirina xwezaya got:
“Kesên daran dibirin divê werin cezakirin.”
Rezaq Xeylanî girêdayî mijarê ji Rojnews’ê re axivî.
Rezaq dibêje:
“Birîna daristanên li Kurdistanê qedexe ye.
Ev qedexe li gorî qanûna parastina daristanan a di sala 2012’an de hatiye tomarkirin.
Heke dar werin birîn û werin şewitandin, divê kesên ev tişt kirine, werine cezakirin.”
Rezaq Xeylanî diyar kir wan li ser qirkirina daran lêkolîn dane destpêkirin.
Li gorî çavkaniyeke herêmî dewleta Tirk li Dola Saxan û Şeşdaran ên ser bi Zaxo, di bin çavdêriya hêzên PDK’ê de dest bi birîna daran kirine û hîn jî dewam dike.
Li gorî bilançoya Partiya Kesk a Kurdistanê jî dewleta Tirk li Behdînanê nêzî 3 milyon dar biriye.