Çalakvanên greva birçîbûnê: Divê konseya Ewropa û CPT bi erka xwe rabin

Çalakvanên Strasboûrgê yên bi daxwaza ‘Azadiya Rêber Ocalan’ 167 rojan ketibûn greva birçbûnê li dijî tecrîdê li Strasboûrgê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Çalakvanan diyar kirin yên ku tecrîda li Îmraliyê bidawî bikin Konseya Ewropa û CPT’ê ne. Parlameneterên Konseya Ewropayê jî axiviîn û dest nîşan kirin ku cîhan deyndarê gelê Kurd e û bang li Tirkiyê kirin ku li gorî hevpeymanên navnetewî tevbigre.

Çalakvanên Strasboûrgê yên bi daxwaza ‘Azadiya Rêber Ocalan’ 167 rojan ketibûn greva birçbûnê li dijî tecrîdê li Strasboûrgê daxuyaniyek dan çapemeniyê

Daxuyaniya li pêşiya Konseya Ewropayê hat dayîn.

Parlementerên Ewropayê  Momodoû Malcolm Jallow, Roberto Rampî,  Konstantînos Efstathîoû li gel Gokay Akbûlût, parlementerê berê yê HDP’ê Faysel Sariyildiz û Nursel Aydogan jî tevlî daxuyaniyê bûn.

Her wiha çalakvanên Den Haagê, Huseyîn Yildiz û Mûstefa Tuzak jî amade bûn.

Li ser navê çalakvanan Gulîstan Îke daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bang li Koseya Ewropa û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence (CPT) hat kirin ku soz û erkên xwe bi cih bînin.

Çalakvanan banga bidawîkirina pêkanînên dermirovî yên li Îmraliyê kirin û gotin:

Ya ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bike Konseya Ewropa û CPT’ê ne.

Parlamenterên Ewropî: Divê demil dest Ocalan azad bibe

Piştî daxuyaniyê parlementerên Konseya Ewropayê yên Qibrisê, Îtalî û yê Swêdî axivîn.

Parlamenteran rexne li bêdengiya saziyên navneteweyî li hemberî tecrîda li ser rêber Ocalan kirin û gotin:

Divê dewleta Tirk li gorî peymanên navnetewî ku bi xwe îmze kiriye tevbigre. Divê demildest tecrîd bi dawî bibe û Ocalan azad bibe.

Parlamenteran diyar kirin doza gelê Kurd mafdar e, lewma wê serbikeve û dest nîşan kirin ku cîhan deyndarê gelê Kurd e.

Parlamenteran bîr xisit ku gelê Kurd berdêla tevahiya cîhanê şerê terorê kir. Niha jî dora wa ye ku li kêleka gelê Kurd biseknin û ji bo azadiya Rêber Ocalan bixebitin.

Back to top button