Jimara kesên ji ber vîrosa Corona jiyana xwe ji dest dane gihişt 170’an

Vîrûsa Corona bi demê re di nava pêşbaziyê de ye û her roja ku derbas dibe hêjmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe.

Heta niha 170 kes ji ber vîrûsê mirine û jiyana bi hezaran kesên ku vîrûs derbasî wan bûne jî xeteriyê de ye.

Li peravên Îtalya bi gomana vîrûsa Korona keştî dibin çavdêriyê de ye û nahêle kes jê peya bibe.

Keştiya mijara gotinê 6 hezar rêwiyên xwe heye.

Rûsiyay ku cîranê Çînê ye sînorê xwe yê bi çînê re ji bo demekê girt.

 

Vîrûsa Korona bi wextêre di nava pêşbaziyê de ye.

Bi derbasbûna her rojekê re hêjmara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest didin zêde dibe.

Heta niha jimara kesên ji yana xwe ji dest dane gihişt 170.

Tevî metirsiya mirinê, metirsiya belavbûna vîrûsê jî aramiya li nav cihanê radike.

Bi hezaran rêwiya keştiya Îtalî di bin çavdêriyê de ye

Herî dawî Keştiyeke rêwiyan a 6 hezar rêwî têde bûn li peravên Îtalya bi diyarbûna nîşaneya vîrûsa Korona kete bin çavdêriyê.

Bi diyarbûna nîşaneyên vîrûsê li gel rêwiyek Çînî keştî li peravên deryayê hate rawestandin.

Heta niha rê nayê dayîn ku rêwî ji keştiyê peya bibin.

Îro ji bo lêkolîna li ser nîşaneyên vîrûsê li nava keştiyê, komeke bizîşk hatin şandin.

Keştî heta niha li peravên Marsîlya ya Fransa, Barcelona û Mallorca geriyabû.

Rûsiya sînorê xwe yên bi Çînê re girt

Vîrûsa ku bi lez belav dibe hişt ku cîranê Çînê Rûsiya bikeve nava alarmê.

Rûsiya ragihand ku wan sînorê xwe yê bi Çînêre girtin.

Hikumeta Rûsiya belgeyek fermî weşand û ragihand ku girtina sînorên di navebera wan û Çînê demkî ye.

Vîrûsa Korona ku 12 Kanûna 2019’an li bajarê Wuhan yê Çînê derketî heta niha bûye sedema ku 170 kes jiyana xwe ji dest bidin.

Her wiha zêdeyî 7 hezar kes jî bi vîrûsê ketine.

Ji ber belavbûna bilez ya vîrûsê li 17 bajarên Çînê yên eyaleta Hubeyê tevgera veguhestinê yên giştî hatine rawestandin.

Ji bo dîtina çareseriyê ji vîrûsê re bizîşk bi demê re ketine nava pêşbaziyê.

Back to top button