Piştî operasyona "Xurtikirina Ewlehiyê" ku QSD'ê dabû destpêkirin, bi piştgiriya xelkê heremê, rûspî û eşîran serkeftî bi dawî bibû. Bi paqijkirina Dêrazorê û gundewarên wê ji çeteyan, xelk di nava aramiyê de jiyana xwe didomînin. Firina Şihêl a Dêrazorê jî, ji bo debara nanê şêniyan dest bi kar kir. Hêzên QSD jî piştî operasyonê di çarçoveya erkên xwe yên mirovî û exlaqî de, li bajarokên El-Dîban û El-Şehîl alîkariyan li xelkê belav dikin. https://youtu.be/37CBsBNw68g?si=ngwxdBTVcUmKNho6