Hêzên Rizgariya Efrînê HRE’ê, bi daxuyaniyekê ragihand ku li dijî baregeheke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker li gundê Xezewiyê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê, çalakiyek pêk anîne.
HRE’yê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku 12’ê Îlonê li dijî baregeha leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker a li gundê Xezewiyê ya navçeya Şêrewa çalakiyek kirin.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
7 leşker hatin kuştin, 10 leşker û 2 çete jî birîndar bûn.
Her wiha 8 konteynir hatin îmhakirin. 2 BMP û tankek jî hatin derbkirin.
Piştî çalakiyê artêşa dewleta Tirk ya dagirker gundê Birc Qasê topbaran kir û di encamê de 2 sivîl birîndar bûn û li gelek gundan ziyana madî çêbû.
HRE’yê diyar kir ku ev çalakî ji bo tolhildana pêkanînên derveyî mirovahî yên dewleta Tirk a dagirker ku li ser gelê me yê Efrînê dimeşîne, hatine lidarxistin.”