Duh, QSD’ê komek ku cebilxaneya leşkerî didizîn û bi pereyan difirotin girtin.
Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên QSD’ê hatine bidestxistin:
Koma ji 6 kesî ji aliyê hêzên QSD’ê ve hatin destgîrkirin.
Sedema girtina van kesan, dizîya cebilxaneya leşkerî ye.
Hate aşkerekirin ku kelûpelê leşkerî yê mîna keleşnîkof, gule, şajor û parçeyên zerîpoşên leşkerî bûne û dizan ev kelûpel firotine.
Her wiha bi biryara dadgehê ev çeteya dizan hate girtin û pereyê ji firotina kelûpelên leşkerî wergirtî jî bi biryara dadgehê dest danîn ser.