Gerîlayê HPG’ê Şoreş Berxwedan li Helebê hat bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo gerîlayê HPG’ê Nebî Ehmed (Şoreş Berxwedan) merasîmê bîranînê li dar xist.

Di merasîmê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Amîna Xidro seraxî ji malbata şehîd Şoreş re xwest û got:

“Şervanên li çiyayên Kurdistanê berxwedanên efsanewî raber dikin û dîrokî dinîvisînin.

Bi saya şehîdan em bûne yek û hevgirtî ne.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Helebê Mezlûm Heleb jî ev tişt anî ziman:

“Şoreş Berxwedan ji bo rizgarkirina welatê xwe tevlî tevgerê bû.

Bila dewleta Tirk a faşîst baş bizanibe ku dê nikaribe îradeya me têk bibe,

ji ber ku şehadeta her hevalek me îsrara me ya bidestxistina azadî û tolhildana şehîdan bihêztir dike.

Dayika şehîd Şoreş, Sultan Ehmed diyar kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û dibêje:

” Ez di wê baweriyê de me hevalên wî, wê tola wî hilînin.

Ji ber ku me li ser heqiyê ne, em ê bi ser kevin û dê dijmin têk biçin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Gelîra Şorş berxwedan 31’ê Tebaxa îsal li herêma Wanê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû.

Back to top button