Ji aliyê Dezgeha Hunerî ya Şêwekarî ya Silêmaniyê ve pêşangehek bi navê ‘Pir’ ji bo 23 jinên şêwekar hat vekirin.
Jinên şêwekar tabloyên xwe yên taybet yên bi mijarên jin û xwezayê nîşandan.
Di saetên êvarê de li navenda çandê ya Silêmaniyê bi amadebûna Rêveberê Rewşenbîrî ya Silêmaniyê Dr. Muhsin Edîb, hunermend û çalakvanan pêşangehek ji bo 23 jinên şêwekar ên Silêmaniyê hat vekirin.
Pêşangeh ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Beşa Şêwekarî ya Silêmaniyê ve hat rêxistinkirin.
Jina bi navê Hêro Kerîm ku tevlî pêşangehê bûye, derbarê pêşangehê de got:
“Ev pêşangeh berdewama qonaxa yekeme ku 26’ê Hezîrana îsal ji aliyê jinên tevlî pêşangehê bibûn ve û tablo xêzkiribûn.
Wê pêşangeh heta 14’ê Îlonê vekirî bimîne.