Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî pîrozbahiyên Newrozê biryarnameyek ragihand.
Desteya Hundirîn destpêkê cejna Newrozê li hemû gelên herêmê û gelên cîhanê pîroz kir û got:
Hêvî dikin ku ev cejn bi aramî û aştî derbas bibe.
Di biryarnameyê bang li herkesî hate kirin li gorî tedbîrên ewlekariyê tev bigerin û biryaren ku hatine girtin jî ev in:
– Ji roja yekşemê (20.03.2022) saet 06:00`an heta roja sêşemê (22.03.2022`) saet 06:00`an kamyon û sehrîc dernakevin trafîkê.
– Ji roja înê (18.03.2022) saet 06.00’an heta roja sêşemê (22.03.2022) saet 06:00 motorsîklêt bi hemû cureyên xwe ve heta leşkerî, tev nagerin.
– Têkildarî dergehên hundirîn ji roja duşemê (21.03.2022) saet 06:00’an heta roja sêşemê (22.03.2022) saet 06:00’an, derbaskirina kel û pelan bi hemû cureyên xwe ve û berdan qedexe ye.
– Derveyî qanun û sîstemên heyî qedexe ye ku welatî, leşkerî û hêzên ewlekariyê gule û fetaşeyan bi kar bînin. Dema ev yek pêk hat dê li gorî qanûnê werin cezakirin û heta ku çek ruxsetkirî bin jî dê werin desteserkirin.”