Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê têkildarî rojnamevan û çalakvanên li Behdînanê hatine girtin û binçavkirin daxuyaniyek da û ragihand ku ew bi hûrî çavdêriya binçavkirin û dadgehkirina dawî ya wan dikin.
Balyozxaneya Amerîkî got;
Amerîka derbarê mijara azadiya derbirînê û di nav de azadiya ji bo rojnamegeran, berdewam li gel berpirsên hikûmeta Başûrê Kurdistanê di nava peywendiyan de ye.
Balyozxaneyê teqez kir ku civakên demokrat rêzê ji azadiya ramanê re digirin û Piştgiriya tevahî rojnamegeran dikin, da ku bê tirs karên xwe bikin.
16’ê Sibatê li Dadgeha Hewlêrê 5 çalakvan û rojnamevanên Behdînanê, Şêrwan Şêrwanî, Guhdar Zêbarî, Harîwan Îsa, Mamoste Şivan Seîd û Eyad Kerîm hatin dadgehkirin.
Li her yekî jî 6 sal ceza hat birîn.