“Ji ber çeteyên Difa El-Wetenî zarokên min diçûn dibistanên dûr”

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê teqez kir ku çeteyên Dîfa El-Wetenî dibistanên li Taxa Tey, ji wan dibistana Fadil Ebdulezîz Hesen kiribûn navendên leşkerî. Pisporê lêkolînên Aştiyê Azad Dêwanî diyar kir, li gorî Peyman Cinêvê nabe navendên perwerdeyê bibin yên leşkerî.

Çeteyên Dîfa El-Wetenî ji 2012’an de, dibistana Fadil Ebdulezîz Hesen a li taxa Tey kiribûn navenedeke leşkerî û bi navê “Mefrezeya Lîlo” dihate nasîn.

Ev kirina çewt ji aliyê şêniyê bi navê Xelîl El-Hebîb ku bavê 11 zarokan e û ji wan 4 diçin dibistaneke dûrî mala xwe, hat teqezkirin.

Ji dema ku çeteyên Dîfa El-Wetenî dibistan veguherdibû navendeke leşkerî, nedihiştin xwendekar û sivîl derbasî dibistanê bibin, hemû heyînên wê jî talan kiribûn.

Girtina dibistanê azar ji zarokan re çêkirin, bi taybet di zivistanê de, ka we li ku derê dîtiye dibistan li rex te ye û zarokên te diçûn dibistaneke dûrî malê.

Hêviya me heye ku piştî hatina Rêveberiya Xweser ji nû ve dibistanê sererast bikin, rewşa xizmetguzariyê baş bikin û rêyên girtî yên di nava taxê de vekin.

Lê piştî derxistina van çeteyan ji taxa Tey ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Asayîşê ve, ev rewşa kambax hat guhertin.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê Rohat Xelîl anî ziman ku wan rewş şopand û dîtin ku li taxê 3 dibistanê hebûn, ew jî beriya ku çete dibistaneke ji wan veguherîne navendeke leşkerî.

Pispor Azad Dêwanî: Li gorî peymana Cinêvê nabe navendên prewerdekirinê bibin yên leşkerî

Jixwe kirinên wisa qet bi qanûnên navdewletî re naguncin û weke binpêkirin tên dîtin.

Pisporê Lêkolînên Aşitiyê, çareserkirina nakokiyên çekdarî-London Dr. Azad Dêwanî ji ajansa nûçeyan HAWARê re daxuyand ku bikaranîna avahiyên perwerdeyê ji aliyê çeteyên Dîfa El-Wetenî ve binpêkirina peymanên navneteweyî ye, ku Sûriyê endameke wê ye.

Pispor Azad Dêwanî destnîşan kir ku li gorî peyman, protokolên Cinêvê, divê saziyên sivîl ji dibistan û navendên perwerdekirina zarokan werin parastin û ji armancên leşkerî re neyên bikaranîn.

Back to top button