Civîna Koma G7..dosya Îran û nakokiyên bi Rûsyayê re li ser maseyê bûn

Wezîrên Karê Derve yên Koma G7, (DYA, Keneda, Japonya, Îtaliya, Fransa, Îtalya û Brîtaniya, piştî 2 salan careke din li Londonê civiyan.

Di civîna ku li Londonê hate lidarxistin de, mijarên vekişîna hêzên Amerîka ji Efxanistan, Peymana bazirganiyê piştî vekişîna Brîtanya ji YEyê, bernameya nuklerî ya Îranê, têkiliyên bi Çîn û nakokiyên bi Rûsyayê re, hatin nîqaşkirin.

Li gorî saziyên ragihandinê, ev civîn wê rê li ber gera serokê DYA Joe Biden a li hin welatan veke.

Di civînê de, biryar hate dayîn ku di nava 2 salan de, sindoqek bi nirxê 15 milyar dolar ji bo piştgiriya welatên xizan were avakirin.

Back to top button