Mazlûm Ebdî got: “Efrîn ji pêşîkên me yên destpêkê ye. Vegera şêniyên resen û çûyîna xeriban sernavê karê me ye.”
Boneya salvegera 2. a dagirkirina Efrîn fermandarê giştî yê QSD’ê li ser malpera xwe ya Twitter got ku Efrîn mijara destpêkê ye di lîsta me de ye û vegera Efrîn li welatiyên wê û derketina çeteyan jê karê me ya sereke ye.
Mezlûm Ebdî anî ziman ku ji Civaka Navdewletî tê xwestin binpêkirinên ku li Efrînê bi awayekî rojane çê dibê, sererast bike.