Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid derbarê erdhejê de peyamed da..
Bêrîvan Xalid tekez kir ku pêwîstî bi destwerdana bilez a navdewletî heye.
Bêrîvan Xalid li ser hesabê xwe yê Twitterê tweetek belav kir û tê de wiha got:
“Me rewşa kesên ku ji ber erdhejê li herêmên Şehba û Helebê mexdûr bûne, lêkolîn kir.
Her çi piştgirî û alîkarî ji destê me hat me pêşkêş kir..
Lê mezinahiya karesatê daxwaza destwerdana bilez a navdewletî dike ..
Divê dergeh bên vekirin ..
Her wiha divê alîkarî bên pêşkêşkirin..
Divê ev yek dûrî siyasîbûnê be, ji ber ku karesat mirovî ye û nikare pêşiya astengiyên siyasî bigire.”