TEV DEM: Hikumeta Şamê li ser hesabê qurbaniyan siyasetê dike

Hikûmeta Şamê rê nade du karwanên alîkariyê yên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser hatine amadekirin, derbasî herêmên dorpêçkirî bibin..
Tevgera Civaka Demokratîk TEV DEM’ê siyasetên hikûmeta Şamê û astengkirina vekirina deriyê El-Tayha şermezar kir.
TEV DEM’ê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku fişarê li hikûmeta Şamê bike ji bo vekirina dergehan.

Tevgera Civaka Demokratîk TEV EDM’ê derbarê astengkirina alîkariyên mirovî bo herêmê zirar dîtine daxwiyaniyek da..

TEV EDM’ê siyasetên Hikûmeta Şamê şermezar kir û got:

“Hikûmeta Şamê heta niha jî li ser hesabê qurbaniyan û birîndaran siyasetê dike, bêyî ku alîkariyan bide.”

Di 6’ê Sibatê de, mirovahî bi qêrîn û nalînên jin, zarok, kal û pîr û civata giştî şiyar bû..

Erdheja pêk hat gelekî mezin bû..

Bû sedema wêrankirina bajaran hema hema bi tevahî.

Hişt ku di vê sir û seqemê de xelk li kolanan bimînin ..”

“Tevî hemû bangawaziyan hikumeta Şamê dev ji siyasetên xwe bernade”

TEV-DEM’ê da zanîn ku, tevî bangawaziyan jî hikûmeta Şamê dev ji siyaseta xwe berneda û got:

“Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwest alîkariyên mirovî bişîne deverên ziyan dîtine..

Ev dever bi mehan hatiye dorpêçkirin ..

Lê tevî vê rewşa felaketê jî niyeta hikûmeta Şamê siyasî ye, ne însanî û welatparêzî ye.

“Divê fişar li hikumeta Şamê bê kirin da ku hermû deriyan veke”

Ji ber vê yekê rê li ber alîkariyên ku ji gelê Sûriyeyê re tên kirin tên girtin û dergeh tên girtin.”

TEV DEM’ê bang li hêzên navdewletî kir; ku fişarê li hikûmeta Şamê bike da ku wê neçar bike ku hemû deriyên xwe veke..

Back to top button