Şêx Mihêdî El-Elî El-Hecî: Daxuyaniyên Feysel Miqdad ne rastin

Şêxê êla El-Hiwêweyat a Tebqayê Mihêdî El-Elî El-Hecî bang li hikûmeta Şamê kir ku diyalogê bi Rêveberiya Xweser re bike. 

Wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad îdia kirbû ku hebûna Amerîkayê li herêmê nahêle diyalog bi Rêveberiya Xweser re bê kirin.

Derbarê îdiayên Feysel Miqdad de şêxê êla El-Hiwêweyat a Tebqayê Mihêdî El-Elî El-Hecî ji ANHA’yê re axivî û ev tişt anî ziman:

“Daxuyaniyên Feysel Miqdad dûrî rastiyê ne. Ev tenê hicet in.. Dixwaze hikumeta Şamê xwe ji diyalogê bide alî.”

Şêx Mihêdî anî ziman ku sedema binketina diyalogan serhişkiya hikûmeta Şamê ye û piştrast kir ku tenê alozî dê bi rêya diyalogê çareser bibe.

Dawiyê de Mihêdî bang li hikumeta Şamê kir ku ji van daxuyaniyên nerast dûr keve û li şûna wê diyalogê bi Rêveberiya Xweser re bike.

Back to top button