Jinan ji bo girtiyên nexweş kampanya da destpêkirin

Tevî hemû bangan, reşwa girtiyên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hîna xerab e.
Gelek ji van girtiyan nexweş in û nayên dermankirin.
Li dijî van nêzîkatiyên hikumetê û ji bo berdana wan, jinan dest bi kampanya îmzeyan kir.
Dayika girtiyekî ji wan, ku 53 roj in di nobeta edaletê de ye, bang dike û dibêje:
“Bêyî ku girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin, divê çareyek were dîtin.” 

Her roja derbas dibe, metirsî li ser jiyana girtiyên li Tirkiyê, zêdetir dibe.

Li dijî zextên li ser girtiyan, jinên ji gelek welatan, kampanya îmzeyan da destpêkirin.

Ev kampanya jî hem ji bo Aysel Tûglûk û hem jî ji bo hemû girtiyên nexweş e.

Kampanya bi sernavê “Ji bo azadiya Aysel Tûglûk banga ji 1000 jinî” ye.

Armanc ew e heta 12’ê Çileyê hezar îmze bên komkirin.

Ji niha ve zêdeyî 2 hezar û 520 kesî piştgirî daye kampanyayê.

Ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Fransa, Danîmarka, Almanya, Hollanda, Swîsre û Brîtanya gelek jin tevlî kampanyayê bûn.

“Bêyî girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin divê çareyek were dîtin”

Ji bo heman daxwazê, 53 roj in li Baroya Amedê nobeta edaletê bi rêve diçe.

Tê de çalakger û dayikên girtiyan, daxwaza berdana bilez a zarokên xwe yên girtî dikin.

Yek ji wan dayika bi navê Feyziye Kolakan e.

Dayik Feyziye Kolakan dibêje bêyî ku cenazeyê girtiyên nexweş ji girtîgehan bêne derxistin divê çareseriyek were peydakirin.

Back to top button