Şêxmeqsûd-Hikûmeta Şamê rê nade avahî bên xerakirin

Erdehja ku 6’ê Sibatê çêbû gelek bandor kir.
Li Şêxmeqsûdê gelek avahiyên ku pêwîste bên xerakirin hatin dîtin.
Lê hikûmeta Şamê rê nade ku alavên pêwsît derbas bibin û dorpêça xwe didomînin.
Û bi wê re jiyana xelkê dixe xeteriyeke mezin de.

Piştî Erdheja ku çêbû li Şêxmeqsûdê gelek avahiyan ziyan dîtin.

Nûçegihanê me ragihand ku endeziyaran hemû avahî kontrol kirin.

Û dîtin ku jimarek ji avahiyan zirar dîtine û pêwîste werin hilweşandin.

Ji bo wê jî alavên pêwîst hatine xwestin.

Lê hikûmeta Şamê nahêle ku ew alav derbarî taxê bibin.

Bi wê re jiyana bi hezaran kes careke din dixe xeteriyê de.

Ne tenê alavên ji bo xerakirin van avahiyan, hikûmet nahêle alîkariyên mirovî jî derbas bibin.

Nûçegihanê me eşkere kir ku gelek alîkariyên mirovî ji bo xelkê taxê hatine.

Lê hikûmeta Şamê dev ji siyaseta xwe ya dorpêçkirina taxê bernade û nahêle alîkarî derbas bibe.

Avahiyên perwerdeyê yên Şêxmeqsûd û Eşrefiye zirar dîtine

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê komîteyên venêrînê zirarên erdherjê hatine avakirin

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê avahî ji ber erdhejê qelişîne

Back to top button