Konferansa Modernîteya Demokratîk a li Swîsreyê bi dawî bû

Konferansa Modernîteya Demokratîk ku sê rojan li bajarê Basel ê Swîsreyê dewam kir, bi dawî bû.
Weke encam ji bo çareseriya pirsgirêkên pergalê îşaret bi paradîgmaya Rêber Apo hate kirin.

Di navbera 17-19’ê Mijdarê de li bajarê Basel ê Swîsreyê Akademiya Modernîteya Demokratîk konferansek lidarxist.

Nûnerên gelek sazî û gelên cuda ji Ewropa, Efrîqa, Emerîkaya Latîn û Asyayê beşdar bûn.

Di konferansê de krîza modernîteya kapîtalîst, rêbazên rizgarbûna ji krîzê û perspektîfên çareseriyê hatin nîqaşkirin.

Ji xeynî panelan, peyama bi dîmen ku ji Rojava hatibû, hate pêşandan.

Di peyama Rojava de hat destnîşankirin ku Şoreşa Rojava şoreşa gelan e û hat gotin;

Ji bo parastina şoreşê pêwîstî bi hevgirtina enternasyonal heye.

“Paradîgmaya Abdullah Ocalan rêya çareseriyê nîşan dide”

Di nîqaşên 3 rojan de weke encam ji bo çareseriya pirsgirêkan bal kişandin ser girîngiya paradîgmaya konfederalîzma demokratîk, a Rêber Apo.

Konferansa ku gelên cuda ji 4 parzemînan anî ba hev, bi banga mezinkirina hevgirtina enternasyonal û qadên hevpar ên berxwedanê bi dawî bû.

Swîsre-Konferansa modernîteya demokratîk di roja 2. de dewam dike

Back to top button