Serokê diplomasiya Ewropayê: Pêwîstiya agirbesta Lîbyayê bi çavdêriyê heye

Ji bo pêkanîna agirbestê li Lîbyayê, YE piştevaniya xwe ji bo vê yekê anî ziman.

Serokê diplomasiya Ewropî Josep Borrell di konfranseke çapemeniyê de ragihand ku “ew ê hemû bijarteyan ji bo pêkanîna agirbesta li Lîbyayê lêkolîn bikin.

Borrell diyar kir ku “pîwîstiya agirbestê bi çavdêriyê heye û nabe tenê em bibêjin va agirbest pêk hat.

Serokê diplomasiya Ewropî teqez kir ku “divê operasyona deryayî ya NY were berdewamkirin.”

Ev operasyon ji 2015an ve, li ava Lîbyayê tê pêkanîn û di çarçoveya xelaskirina penaber, têkbirina operasyonên qaçaxiya mirov û çekan û perwerdekirina hêzên beravên Lîbyayê de dihat meşandin.

Leave a Reply

Back to top button