Rêveberiya Xweser nameyek ji hikûmeta Almanyayê re şand

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li hikûmeta Almanya kir ku ji bo dîtina çareseriyê ji aloziya Sûriyê re û destek bide hewldanên avakirina pergalek demokratîk û federal li Sûriyê.

Nûnertiyê di nameya xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk di 18`ê Adara 2018`an de li ber çavên civaka navneteweyî bajarê Efrînê dagir kir.

Nûnertiyê diyar kir ku ber êrişên Tirkiyê zêdetirî nîv milyon kes koçber bûn û got:

“Piraniya wan di nav şertên dijwar de û dermirovî di nav gelek kampan de li herêma Şehbayê dijîn.

Tevî wê jî rojane ew herêm bi moşek û topên artêşa Tirk û komên alîgirên wê tên topbarankirin.

Di encamê de bi dehan sivîl di nav de jin, zarok û temenmezin dibin qurban”.

Nûnertiyê bang li hikûmeta Almanya kir ku di dîtina çareseriyekê ji aloziya Sûriyê re rol bilîze û piştgiriyê bide hewldanên avakirina pergalek demokratîk û federal li Sûriyê û danîna destûrek nû bike.

Back to top button