Hêzên Rizgariya Efrînê-HRE’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe Soro Çiya ku di 6’ê Kanûnê şehîd bû, eşkere kir.
Hêzên Rizgariya Efrînê-HRE’e derbar mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HRE’ê diyar kir ku şervanê wan Fehmî Mihemed bi nasnav Soro Çiya 6’ê Kanûnê dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.
Her wiha HRE’ê di daxuyaniya xwe behsa berxwedan û têkoşîna Soro li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê kir.
HRE’ê sersaxî ji malabata şehîd û gelê kurd re xwest û soz da ku ew ê li ser riya şehîdan bimeşin heta rêzgariya Efrînê.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Soro Çiya
Nav û Paşnav: Fehmî Mihemed
Navê Dayikê: Zelûh
Navê Bav: Ebdulah
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 6’ê Kanuna 2022`yan.