HPG’ê diyar kir ku di 7’ê Kanûnê de dewleta Tirk a dagirker 12 caran bênavber bi çekên kîmyewî êrişê çeperên gerîla kirine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encama çalakiyên gerîla û êrişên dewleta Tirk eşkere kir.
Li gorî vê:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;
7’ê Kanûnê li Girê Amediyê û Girê Cûdî, tîmên gerîla bi çekên nîv-otomatîk û giran li dagirkeran dan.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;
7’ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahan, hêzên gerîla bi çekên giran li dagirkeran dan.”
Li ser êrişên dewela Tirk jî di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin::
12 caran bi çekên kîmyewî,
8 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran qadên parastina Medya hatin bombebarankirin..”