Şandeya Belçîka: Em hewl didin Rêveberiya Xweser nas bikin

Şandeyeke Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê bi serokatiya nûnerê Belçîkayê yê taybet ê Sûriyê û balyozê wê yê Lubnanê Hubert Cormann, serdana Meclisa Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê kir.

Di hevdîtinê de li ser Çareseriya siyasî li Sûriyê, gef û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rewşa aborî, mirovî û rewşa kamp û koçberan hat nîqaşkirin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê behsa sîstema Rêveberiya Xweser û xebata saziyên wê kir.

Serokê şandeya Belçîkayê Huber Cormann jî piştrast kir ku welatê wî piştgiriya çareseriya siyasî ya giştî ku tevahî pêkhateyên siyasî û civakî ya gelê Sûriyê digre nava xwe, dike.

Cormann diyar kir ku welatê wî desteka mirovî ku gelê Sûriyê û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye sûd jê digire, didomîne û anî ziman ku ew rola QSD di têkbirina DAIŞ’ê û şerê li dijî terorîzmê de, dizanin û got:

“Em hewl didin Rêveberiya Xweser û projeya wê ya demokratîk nas bikin û desteka ewlehî û aborî bidinê da ku ewlehî û aramî li tevahî Sûriyê û taybet Bakur û Rojhilatê Sûriye pêk bînin.”

Back to top button