HPG’ê: Li Qadên berxwedanê 22 leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin

Li Qadên Berxwedanê, gerîlla dîsa çalakiyên bi bandor li dijî hêzên artêşa Tirk pêk anîn.
Li gorî çavkaniyên HPG’ê, di nava 48 saetên dawî de, 22 leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku bi rasthatina salvgera çalakiya fedaî ya Zeyenp Kinaci-Zîlan, gerîllayên wan derbên giran li artêşa Tirk dane.

Têkildarî encama çalakiyên 48 saetên dawî, HPG’ê ev agahî dan raya giştî:

24’ê Hezîranê li Qada Werxelê, hêzên artêşa Tirk ên di nava tevgerê de bûn, bûn armanca lêdana gerîlla.

Piştî vê çalakiyê, dagirker neçar man paşde biçin.

Li heman qadê di çalakiyeke sekvaniyê de, leşkerekî artêşa Tirk hate kuştin.

25’ê Hezîranê, helîkoptereke Skorsky hewl de bikeve Qada Kurojaro.

Di encama destwerdana gerîlla de, derb li vê helîkopterê hate xistin û paşê neçar ma dûr bikeve.

24’ê Hezîranê jî li Qada Girê Karker, dagirkerên li dora tûnelên şer, bûn armanca çalakiya sabotajê.

Herî kêm 2 leşker hatin kuştin.

Heman rojê, li Qada Girê Şehîd Akîf, di çalakiya sekvaniyê de leşkerek artêşa Tirk hate kuştin.

Leşkerên li dora Girê Hakkarî jî bûn armanca lêdana çekên giran ên gerîllayên jin.

Li Qada Girê Cûdî jî gerîllayên HPG’ê û YJA Starê bi bandor li hêzên artêşa Tirk dan.

Di encamê de bi giştî 8 leşker hatin kuştin.

Dîsa li Girê FM di çalakiya sekvaniyê de leşkerek hat kuştin.

Leşkerên Qereqola Kanî Masî ya dagirkeriya Tirk, êvara 24’ê Hezîranê bûn armanca lêdana gerîlla.

Di çalakiyê de konek hat îmhakirin û 8 leşker hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a li hemberî berxwedana gerîlla derbên giran xwar, êrişî herêmê kir.

Li gorî daxuyaniyê;

Qadên gerîlla, 34 caran bi çek û teqemeniyên kîmyewî, 21 caran bi helîkopteran û 22 caran jî bi rêya balafirên şer hatin bombebarankirin.

Back to top button