HPG’ê: Li Zap, Metîna û Avaşînê 7 dagirker hatin kuştin derb li helîkopterekê hat xistin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna li hêzên artêşa Tirk ya dagirker xistin.
HPG’ê ragihand di çalakiyên gerîlayan de 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, radarek hat rûxandin û derb li helîkopterekê hat xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dagirkeran û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got,

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê tevî hemû zehmetiyan bi ruhê fedayî yê Apocî şerê li dijî dagirkeran didomîne.

Artêşa Tirk ya dagirker qadên berxwedanê 21 caran bi helîkopterên êrişê, 24 caran bi balafirênşer û 10 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombebaran kirin.

Di encama çalakiyên hêzên me de 7 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker birîndar bûn, radarek hat rûxandin û helîkopterek hat derb kirin.”

HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan de ev agahî parve kir:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê,

3’ê Hezîranê li qada Werxelê hêzên dagirker li pêşiya tunelên şer agir vêxistin û xwestin dûmanê berdin hundir. Gerîla li vê derê li dagirkeran xist û hejmara kuştî û birîndarên wan nehate zelal kirin.

Heman rojê li qada Werxelê ji du aliyan ve li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hat cezakirin û yek jî birîndar bû.

4’ê Hezîranê dîsa li qada Werxelê li dagirkeran hate xistin û radareke dagirkeran hate rûxandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê de li herêma Metîna,

26’ê Gulanê li Girê Hekarî li hêzên dagirker hat xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker birîndar bûn.

28’ê Gulanê li heman deverê di encama çalakiya gerîlayan de dagirkerek hate cezakirin.

3’ê Hezîranê dîsa li Girê Hekarî hêzên dagirker xwestin bi teqemeniyan êriş bikin. Gerîla bersiva êrişê dan û dagirkerek hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê,

3’ê Hezîranê li qada Karker hêzên dagirker bi çekên kîmyewî êriş pêk anîn. Di encama çalakiya gerîlayan de 2 dagirker hatin cezakirin.

4’ê Hezîranê dîsa li qada Karker li hêzên dagirker hate xistin. Di encama çalakiyên gerîlayên YJA Starê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk ya dagirker 30’ê Gulanê, her wiha 3 û 4’ê Hezîranê li herêmên Zap û Metîna gelek caran bi helîkopter, balafirên şer û çekên kîmyewî êriş pêk anîn.

Back to top button