Li Herêma Cizîrê xebatên serjimariyê dewam dike.
Piştî ku li gund û navçeyên kantona Hesekê xebatên serjimariyê bi dawî bûn, îro li navenda bajêr dest pê kir.
Di 10 rojên dawî de Nivîsgeha Serjimariyê ya Herêma Cizîrê xebatên serjimariyê li gund, navçe û bajarokên Hesekê bi dawî kir.
Her wiha, îro Nivîsgehê li navenda kantona Hesekê û gundê girêdayî wê dest bi xebatên serjimariyê kir.
Nêzî 700 mamoste, endamên Nivîsgeha Serjimariyê ya Herêma Cizîrê û Hevserokên komînan di vê xebatê, cih girtin.
Tê payên ku xebatên serjimariyê heta 2 rojan dewam bikin.
Li Dirbêsiyê, Zirgan û Til Temirê xebatên serjimariyê bi dawî bûn
Li Dêrik, Girkê Legê û Çil Axa dest bi serjimariyê hat kirin