Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê û şêxên eşîran cejna Remezanê li hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û şehîdên azadiyê bi bîr anîn.
Bi dehan malbat, şervanên QSDê û Meclisa Malbatên Şehîdan pêşwaziya şandiyê kir.
Şandeyê serdana navenda Meclisa Tebqa ya leşkerî kir û cejna Remezanê li wan pîroz kir.
Şêxên eşîran spasiya hêzên QSDê kir û piştgiriya xwe ji bo wan dubare anîn zimên.
Şandeyê got:
“Di vê rojê taybet de, em spasiya QSDê dikin, QSD hêzeke mirovî ye û bi berdêlên xwe dîrok nivîsand”.
Tê payîn, şandeya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û şêxên eşîran, gera xwe berdewam bikin û serdana endamên bendên kontrolê, navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên herêma Reqayê û nuqteyên li nava bajêr bikin.