Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî çalakiyên xwe didomînin.
Hêzên Rizgariyê ragihand ku li Efrîn û Babê 8 çeteyên dewleta tirk hatin kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyên li Bab û Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
HRE’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: 17`ê Îlonê hêzên rizgariyê bi çekên sivik û navîn êrîş birin ser baragehekî çeteyên Liwa El-Weqas ê li gundê Tiwês yê herêma Babê.
Di encamê de 3 çete hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.
Di heman rojê de hêzên rizgariyê bi çalakiyeke sabotajê baragehekî çeteyên Sûltan Mûrad a di navbera gundê Çema û Omera yên girêdayî navçeya Şera kirin armanc.
Di encamê de 3 çete hatin kuştin.
Her wiha hêzên rizgariyê encama çalakiyeke sabotajê a ku di 12 îlonê de li ser Pira Didwan li navenda bajarê Efrînê pêk anî bûn parve kir.
Di encama vê çalakiyê de 2 Polîsên Leşkerî ya dewleta tirk hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.