11 sivîlên din di warê hovîtiya Dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê hatin revandin.
Li gorî çavkaniyên herêmî çeteyên Dewleta Tirk doh, 4 şênî ji gundê Senerê yê Navçeya Şera revandin..
Li gorî heman çavkaniyî , kesên bi navê “Mihemed Henan Eşwanî, Hesen Ehmed Soro, Ebdo Mihemed Ehmed û Kemal Xelîl Mehmûd.” ber bi cihekî ne diyar ve hatine revandin.
Her wiha li heman Navçeyê 6 şêniyên din ji gundê Enqelê hatin revandin û ew birin cihekî ne diyar.
Li gor agahiyan navê kesên ku hatine revandin wiha ne: Xelîl Beker Mamo, Mihemed Arif, Mistefa Qaziqlî Mistefa, Hisên Ehmed Kerşo, Henanê Mihemed Ehmed û Îsam Elûş Etar.
Li Navçeya Cindirêsê jî revandina şêniyan hebû.
Çeteyan şêniyê bi navê Ehmed Mustefa Cindî beriya niha bi çend rojan hat revandin.